Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jake Sullivan got ku DYA plan dike ku bergeha êrişên xwe zêdetir bike û ji bilî komên li Sûriye, Iraq û Yemenê, li dijî komên girêdayî rejîma Îranê yên li welatên din jî êrîşan pêk bîne.
Sullivan di hevpeyvînekê de bi NBCyê re got: "Em plan dikin ku êrîşên zêdetir bidin destpêkirin da ku em wê peyama zelal bidin ku dema hêzên me rastî êrişekê bên û welatiyên me bêne kuştin, DYA wê bersiveke çawa bide." Serok Joe Biden ragihand ku dema hêzên Amerîkî rastî êrişan bên em ê bersivê bidin. Me di çend mehên dawî de gelek caran bersiv dan. Dema ku sê leşkerên Amerîkî hatin kuştin, serok fermana bersiveke tund û cidî da."
Sullivan, nexwast ku bersiva pirsên li ser angaştên ku wê DYA êrişî ser axa rejîma Îranê bike û got: "Ne aqilane ye ku em nîqaş bikin ka wê DYA çi bike?"
Şêwirmendê Qesra Spî diyar kir ku ti nîşaneyek tune ye ku rejima Îranê siyaseta xwe ya ji bo piştgirîkirina komên çekdar û têkdana aramiya herêmê diguherîne.
Hêzên DYA, bi armanca tolhildana kuştin û birîndarkirina leşkerên wan a li baregeheke wê ya li bakur-rojhilatê Urdunê, Îniya çûyî yekem pêla êrîşên tolhildanê pêk anîn . Li Sûriye û Iraqê, zêdetirî 85 armancên komên girêdayî Pasdarên rejîma Îranê kir armanc û di van êrişan de nêzîkî 40 kes hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin