Moskova: 30 hezar kes hatin tehliyekirin

Moskova: 30 hezar kes hatin tehliyekirin

PeyamaKurd- Li payîtexta Rûsyayê li Moskovayê bi sedema îxbara bombeyan hinek navendên bazirganî, dibistan, zanko, nexweşxane û avahiyên dewletê hatin valakirin.

Li gor agahiyên ku îstîxbarata Rûsyayê sitendiye; îxbar hatine kirin ku di ser 130 avahiyan de, wê êrîşên bombeyî çêbibin. Îxbar bi rêya posta elektronîk hatiye kirin û di ser 30 hezar kesan de mirov hatine tehliyekirin. Polîs di avahiyan de digerin û lêkolînan dikin.

Hat ragihandin ku îxbarên bi rêya postê hatine kirin, ji IP yên navnîşanên biyanî hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin