PeyamaKurd - Hikûmeta Çînê sibe Çarşemê qedexeya derketina derve ya li Wuhan a eyaleta Hubei ku vîrusa korona ji wir belavî dinyayê bûye, bi dawî bike.
Qedexe û sînordariyên jiyanê yên li Wuhanê 23yê Çileya 2020an hatibûn ragihandin ku çûnûhatina li derve bi temamî hatibû qedexekirin.
Rayedarê Tenduristiya Çînê ragihandin ku li Wuhanê di du hefteyên dawî de bi tenê 2 kes bi vîrusa korona ketine û li gorî amarên îro 6ê Nîsanê jî ji Çînê ti haletên mirinê nehatine tomarkirin.
Li gorî amarên dawî li seranserê cîhanê nêzîkî milyonek û nîv kes heta niha bi vîrusa korona ketine û nêzî 80 hezar jî mirî hene ku her roj zêde dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin