Kustiyên karmendên Neteweyên Yekgirtî li Gazzeyê gihîst 16 kesan

Kustiyên karmendên Neteweyên Yekgirtî li Gazzeyê gihîst 16 kesan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara kuştiyên karmendên Neteweyên Yekgirtî li Gazzeyê gihîşt 16 kesan.

Li gor Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Koçberên Filistînê (UNRWA) do bi daxuyaniyekê kuştina 2 karmendên din ên UNRWA li karta Gazzeyê ragihand.

Hat zanîn bi vê yekê, hejmara giştî ya kuştiyên wê ajansa Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şerê li Gazzeyê ve gihîşt 16 karmendan.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, li Gazzeyê pêwîstî bi pêwîstiyên sereke yên wekî av, xwarin û derman heye û alîkariyên mirovî bi berdewamî û bê astengî bigihin navçeyê.

UNRWA eşkere dike, divê hemû alî li gorî yasayên mirovî yên navdewletî tevbigerin û welatiyan, jêrxaneya sivîl û saziyên Neteweyên Yekgirtî biparêzin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê do înê eşkere kir, ji 7ê Cotmehê ve, ji ber êrîşa Îsraîlê ve, 4137 kes hatine kuştin, 13 hezar kes birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê da zanîn, di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de 1400 Îsraîlî hatine kuştin û zêdetirî 4500 kesan jî birîndar bûne.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin