PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr ragihand ku ew dê ti carî bi aliyê gendelkar ên di hikûmetên berê yên Iraqê de cî girtine re hevdîtinê nekin û rê li ser danûstandinên ligel Çarçoveya Hemahengiyê girt.
Sedr li ser medya civakî got: "Em ê bi bi aliyên di bin sîwana Îmam Huseyîn de gendelî kirine re hevdîtinê nekin, na hezar carî na! Çimkî yên wekî me piştevaniya wan nakin.”
Muqteda Sedr, herwiha di peyama xwe de bal kişand ser merasîmên Kerbelayê yên Arbaîn û daxwaz ji hêzên ewlehiya Iraqê kir, ewlehiyê ji bo serdanvanan pêk bînin û bila ti hêzên Seraya Selam û Heşda Şeîbî jî di karê ewlehiyê de cî negirin.
Sedr ji alîgirên xwe jî xwest ku bi hêzên ewlekariyê re bixebitin û ji dirûşm û pevçûnan dûr bisekinin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin