PeyamaKurd - Polîsan avahiya HDPê ya Amedê dorpêç kir û destûr nedan parlementer û Hevşaredarên HDPê li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin.
Parlementer û Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê.
Parlamenter û Hevşaredarên HDPê berî daxuyaniyê li avahiya partiyê ya Amedê kom bûn. Polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê dorpêç kir û destûr nedan parlementer û hevşaredar ji avahiyê derkevin.
Avahiya HDPê dibin ablûkeyek mezin a polîs, maşîneyên zirxî û TOMAyan de ye. Ji bo ku rojnameger dîmen û wêneyên parlamenter û hevşaredaran nekêşin, mertalên xwe bilind kirin û dûre rojnameger ji ber avahiyê dûr xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin