PeyamaKurd- Wezîrê saxlemiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku jimara miriyên bi sedema koronavîrusê gihaye 4 kesan. Jimara nexweşan gihaye 359 kesan. Koca ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir.
Nexweşa 4 emîn ya ku jiyana xwe ji dest daye jineka 85 saliye. Koca ragihandina xwe weha kir:
“Di 24 sietên dawiyê de 1981 test hatin kirin û ji wan 168 heb posîtîv derketin. Jimara nexweşên me 191 bû û niha gihaye 359 an. Nexweşa me ya ku jiyana xwe daye jineka 85 saliye. Êş a me zêde ye lê em ê derbas bikin û biserbikevin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin