Mesrûr Barzanî: Sektora modern a bankevaniyê bingeha vîzyona me ye

Mesrûr Barzanî: Sektora modern a bankevaniyê bingeha vîzyona me ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek li ser medya civakî belav kir û tê de got, Sektora bankevaniyê ya modern ji bo Kurdistaneke bihêztir bingeha vîzyona me ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsand: “Sektora bankevaniyê ya modern ji bo Kurdistaneke bihêztir bingeha vîzyona me ye. Di nava du salên bê de, em ê hejmara 1.2 milyon fermanberên sektora giştî veguhezînin bankayên taybet û xizmetguzariyên peredayîna dîjîtalî aktîf bikin ji bo pêşvebirina geşbûna aboriya me.”

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 14ê Hezîranê beşdarî merasîma vekirina şaxê sereke yê Banka Cîhan bûbû û gotibû, “Me giringiyeke mezin daye bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û stûna sereke ya bihêzkirina aboriya Kurdistanê jî sîstema bankî ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin