Daxuyaniyê: Wê F-16 bidin Ûkraynayê

Daxuyaniyê: Wê F-16 bidin Ûkraynayê

PeyamaKurd – Hollanda wê 18 balafirên şer ên F-16 bişîne Ûkraynayê. Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Hollandayê da wiha hat gotin: "Em ê herî kêm 18 balafirên şer ên F-16 têxin xizmeta Ukraynayê."

Di daxuyaniyê de nehat zelalkirin ku wê kengî balafirên şer werin radestkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo hinardekirina kelûmelên leşkerî destûr lazim e û ji ber vê yekê jî balafirên ku soz dabûn wan, cara dawî hewce bû ku bihatana ceribandin ka ew pîvanên cuda pêk tînin an na û hin ji van balafiran hewcedariya ciddî ya lênihêrînê heye.

Di meha Tebaxê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şandina balafirên şer ên F16 ji Danîmarka û Hollandayê ji bo Ukraynayê pejirand da ku bikaribe xwe li hember êrişa Rûsyayê biparêze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin