Civîna Pûtîn û Erdogan bidawî bû, heyetên herdu aliyan ketin civînê

Civîna Pûtîn û Erdogan bidawî bû, heyetên herdu aliyan ketin civînê

PeyamaKurd – Hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku bi taybetî li ser şer û aloziya Idilbê pêk hat, bidawî bû.

Hat ragihandin ku civîna herdu serokan a li demjimêr 15:00an dest pê kiribû bidawî bûye û heyetên herdu aliyên Rûsya û Tirkiyê dest bi civînê kirine ku çav li rê ye ji bo şerê Idlibê agirbestek were ragihandin.

Pûtîn di civîna rojnamevanî ya beriya hevdîtinê de gotibû, ew dixwazin bi Erdogan re her tiştê derbarê rewşa Sûriyê û Idlibê de gotûbêj bikin.

Erdogan jî gotibû, dê biryarên li Moskowê bên standin bibin sedema bêhnvedanekê ji bo tevahiya herêmê.

Nakokiyên navbera Tirkiye û Rûsyayê piştî ku 27ê Sibatê di êrîşeke asmanî de li Idlibê 36 leşkerên tirk hatibûn kuştin, xwe dabûn der û Tirkiyê jî ligel komên çekdar operasyon li dijî rejîma Sûriyê dabû destpêkirin ku hîn jî berdewam e.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û welatên din ên pêwendîdar beriya civîna Pûtîn û Erdogan bangên agirbesteke mayîne bo Idlibê kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin