Peyama Kurd - Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê, ku ji aliyê navendên girêdayî hilbijartinên Îraqê ve hatine parvekirin, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) heft kursiyên civata parêzgeha Neynewayê misoger kirine.
Li sinorê parêzgeha Neynewayê ji milyon û nîvê bêtir (1.695.566) kesan mafê tevlîbûna hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê hebû, ji wê hejmarê 882 hezar û 479 kesan dengê xwe da. Heta niha ji sedî 52 dengên westgehan li sinorê wê parêzgehê hatine jimartin û PDKyê zêdetirî 53 hezar û 449 dengan wergirtine û heft kursiyên civata parêzgeha Neynewayê misoger kirine.
Li gor amarên Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê, rêjeya tevlîbûna dengderan li sinorê parêzgeha Neynawayê 52% bûye. ji bilî wan heft namzedên PDKê ku serkeftina xwe ji bo civata parêzgeha Neynewayê misoger kiriye, egera serkeftina du namzedên din ên PDKê jî zêde bibin heye.
Hate ragihandin ku Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê wê îro encamên giştî yên hilbijartinan bi fermî ragihîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin