Shakira daxwazeke ecêb ji Pique kir

Shakira daxwazeke ecêb ji Pique kir

Hate îdîa kirin, ku stranbêja navdar a Kolombiyayî Shakira ji hevjînê xwe, fûtbolîstê navdar ê Barcelonayê Gerard Pique daxwazeke balkêş kiriye.

Rojnameya Diario Gol a îspanî ragihand, ku Shakirayê ji Pique xwestiye hinek navberê bdie fûtbolê da ku bi jiyana xwe ya taybetî ve mijûl bibe û bi hevre ji bo paşeroja xwe kar bikin.

Pique ev çend yarî ne ji ber seqetî û pêkana xwe nikare bi temamî derbikeve yariyan. Lewma şik dikevin ser wê yekê ku stêrka Barcelonayê li ser daxwaza hevjîna xwe bi qestî dernakeve yariyan.  

Rojname dibêje, Pique di dema derbasbûyî de di yariya li hember Espanyolê de pecan bû, herwiha di yariya li hember Girona de careke din pecan bû lewma nikare di yariya li hember Las Palmasê bilîze.

Diario Gol dibêje, Shakirayê ji Piqueyê xwestiye bi hevre derkevin geşteke dûr û dirêj û hinek dema xwe bidin zarokên xwe Mîlano û Sashayê.

Eger pêkana Pique berdewam bibe dê nekaribe di yariyên li hember Atletico Madrid û Malagayê de bilîze, ku di vê navberê de di lîga şampiyonên Ewropayê de Barcelona dê di 14ê Adarê de pêşwaziya Chelsea bike.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin