PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Pakistanê Mihemmed Zîşan Ahmed kir.
Di dîdara Serokwezîr û Balyozê Pakistanê de şandeya mîsyona siyasî ya Pakistanê û hin berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdar bûn de gringiya geşkirina pêwendiyên Pakistan û Herêma Kurdistanê hate binxêzkirin.
Di dîdarê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe yên li ser geşedanên dawî, pêşveçûnên Iraqê û gringiya pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Pakistanê bi hev re parve kirin.
Di beşeke dîdarê de, danûstandin li ser rewşa penaberên Pakistanî yên li Herêma Kurdistanê û derfetên di siberojê de li Herêma Kurdistanê vekirina Konsulxaneya Pakistanê hatin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin