PeyamaKurd – Ji bo çêkirina rêya Çiyayê Mereto ya navça Sason a bi ser bajarê Batmanê destpêkir. Çiyayê Mereto çiyakî bilinde û hem bi nav û denge. Bilindahiya çiya 2.970 metreye. Mereto ji bo geştiyariya xwezayî û çiyageriyê gelek girînge.
Hat ragihandin ku rêya Meretoyê wê di nav 2 mehan de biqede. Berê rêya Meretoyê heya Zozanê Purşengê çêkiribûn û li ser fermana parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp wê heya kirê Meretoyê dewam bike. Qeymeqamê Sasonê Murat Mete li ser mijara çêkirina rê weha got:
“Dema proje biqede, wê hemwelatiyên bajarên cîran û xwebexşên xwezayê karibin herin heya kirê Meretoyê. Weka di her projeyê de, destekvanê herî mezin yê vê projeyê parêzgerê me Ekrem Canalp e û sipasiya wî dikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin