Serhildêrên Kongoyê 8 navbeynkarên astiyê revandin

Serhildêrên Kongoyê 8 navbeynkarên astiyê revandin

PeyamaKurd – Li Afrîkayê li komara Kongoyê 8 kesên ku ji aliyê serokkomarê Kongoyê Felix Tshisekedi de ji bo hevdîtinan bikin 8 kes hatibûn şandin cem grûbên serhildêr lê serhildêr her 8 kesan revandin.

Li gor ragihandina çapemeniya Kongoyê; serokkomar Tshisekedi ji bo bi grûba serhildêr ya bi navê CODECO re biaxifin da çekên xwe deynin, 2 roj berê, 8 navbeynkaran şandiye eyaleta Itûrî bajarokê Djugoyê.

Di nava wan de serhildêrên berê Thomas Lubanga, Germain Katanga û Floribert Ndjabu hebûn û li gundê Bambuyê bi xelkê re civiyan. Navbeynkar ji Bambuyê çûn ber bi Bunşayê û endamên CODECO yê wan revandin.

Hat ragihandin ku rewşa navbeynkaran başe û piştî hevdîtinan wê navbeynkaran serbest berdin. Serokkomar gelek caran kesan dişîne cem serhildêran da wan razî bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin