Di konferansa ‘Demokratîkirina Tirkiyê’ de bangewaziyeke balkês bo Serok Barzanî

Di konferansa ‘Demokratîkirina Tirkiyê’ de bangewaziyeke balkês bo Serok Barzanî

PeyamaKurd - Hevseroka KCD û Parlementera HDPê Leyla Guven ku piştî dawîanîna grevên birçîbûnê li Parlamentoya Tirkiyê bi sondxwarina yasayî re dest bi karê parlamentariyê kiriye, di konferansa HDPê ya Herêma Amedê de axivî.

Leyla Guvenê di konferansa bi navê “Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin” de, li ser êrîşên Tirkiyê yên bi hinceta hebûna PKKê li herêma Xakûrkê berdewam dikin axivî û bang li Serok Mesûd Barzanî ku 2 sal in dest ji posta seroktiyê kişandiye kir û got, “Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin. Mesûd Barzanî gotibû ‘em Birakûjiyê’ naxwazin. Ger naxwaze wê demê dê wê axê ji bo Tirkiyê veneke. Ew der ne tenê axa KDPê ye, axa hemû gelê Kurd e û axa Başûr e.”  

Guven bêyî ku kiryarên PKKê yên binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û nehiştina vegera gundan a xelkê herêmê bîne bîra xwe, peyva birakujiyê ku nayê bîra ti kesî bi bîr dixe û li ser operasyonên ku Tirkiyê bêyî şêwr û daxwaziya herêma Kurdistanê birêve dibe wiha dibêje:

“TSK li Herêma Kurdistana Ferdere, operasyonê bi rêve dibe. Divê axa pîroz ji bo Tirkiyeyê neyê vekirin. Mesûd Barzanî gotibû ‘em Birakûjiyê’ naxwazin. Ger naxwaza, wê demê dê wê axê ji bo Tirkiye veneke. Ew der ne tenê axa KDP’ê ye, axa hemû gelê Kurde û axa Başûre. Çawan ku li Rojava rihê yekitiya neteweyî derket holê, ev rih divê îro li Başûrê Kurdistanê jî derbikeve holê. Divê ev ax li Tirkiyeyê neyê vekirin. Emê temaşeyî vê rewşê nekin. Emê bêdeng nemînin û emê tu carî qebûl nekin. Êrîşa li ser Başûr, di heman demê de êrîşa li dijî Amed û Rihaye. Divê dest ji van polîtîyan bê berdan û polîtîkayên li gorî rihê yekitiya neteweyî bên birêve birin. Ji ber vê yekê, divê gavên rast demildest bên avêtin.”  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin