PeyamaKurd - Serwokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand ku ew amadeye biryara midexaleya leşkerî bo ser Sûriyê pesend bike.
Li gor nûçeya BBCê Serokwezîra Brîtanya Theresa May gotiye ew weke Brîtanya amade ne ku tevli êrişa dijî Sûriyê bibin û ew dê ji bo tevlîbûna şerê muhtemel ê li dijî Sûriye li benda destûra parlementoyê nemînin.
Beriya niha Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de ragihandibû: “Rûsya xwe amade bike, ji ber ku moşekên xweşik, nû û jîr tên.”
Associated Pressê duh ragihand ku Hêzên Artêşa Sûriyê li beramber gefên Amerîkayê û egera her êrişeke serbazî ketine amadebaşiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin