PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî ji ber berfê girtina deriyê Hecî Omeran ê navbera Herêma Kurdistan û Îranê, ew derî ji bo bazirganiyê ji nû ve tê vekirin.
Li gorî ragihandina Berdevkê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran Sîrwan Husên, ji ber berfê ji Yekşema borî ve derî hatibû girtin, lê ji ber asayîbûna rêyan îro Yekşemê derî ji bo veguhestina bazirganî ji nû ve tê vekirin.
Sîrwan Husên got ku ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li Îranê, rê ji bo hat û çûna geştiyaran nayê dayîn lê tenê geştiyarên Herêma Kurdistanê ji Îranê dikarin vegerin û Îranî jî dikarin ji vê derê vegerin welatê xwe ku berê belavbûna wê vîrûsê hatibûn.
Husên tekez kir ku her geştiyarek ji Îranê vegere li gor rênimayiyan û gumana vîrusa koronayê dikeve bin çavdêriya tendirûstîyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin