PeyamaKurd- Serokwezîra Îtalyayê Giorgiya Meloni, di Foruma Diyaloga Deryaya Spî ya MEDê ya 8emîn de axivî û polîtîkaya hikûmeta xwe ya li ser Deryaya Spî ragihand.
Foruma Diyaloga Deryaya Spî ya MEDê ya 8emîn a ku îsal ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê û Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Navneteweyî (ISPI) ve hat lidarxistin, ji aliyê Serokwezîra Îtalyayê Giorgiya Meloni ve li Romanyayê hat bidawîkirin.
Meloni, di axaftina girtinê de bal kişand ser girîngiya ku hikûmeta koalîsyona rastgir a ku di meha cotmehê de ava kiribû, dide Deryaya Spî û wiha got:
"Îtalya bi xurtî pêgir e ku bi vê hikûmetê re rola xwe ya li Deryaya Spî xurt bike û guherîna avhewayê tenê bi afirandina herêmek hevpar a bextewariyê dikare bi bandor were derbas kirin. Wekî Îtalya, ev demek e em dibêjin, em nikarin vê pêla koçberiyê bi tena serê xwe bi rê ve bibin, di asteke ku nayê birêvebirin de ye. Ewropa li ser xeta başûr e. Divê Ewropa di çarçoveya hevkariya piralî de bi lez li dijî pêlên koçberiya dijyasayî têkoşîneke bi biryar bike.”
Meloni got ku aramkirina Lîbyayê, ji ber pêlên koçberiyê yên dijyasayî û bandora wê ya muhtemel li ser ewlehiya çavkaniyên enerjiyê mijara herî hestiyar û pêşîn a siyaseta wan a derve û ewlehiya neteweyî ye.
Serokwezîr Meloni destnîşan kir ku Îtalya bi cîhê xwe yê erdnîgarî, binesazî, vîzyona hevkariyê û bi tevkariya şirketên xwe dikare rola pira enerjiyê ya di navbera Deryaya Spî û Ewropayê de bilîze û da zanîn ku bi saya hevkariya stratejîk a bi Cezayîrê re wan girêdaniya xwe ya bi gaza Rusyayê ve kêm kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin