Îspanya hişyariyê da Îtalyayê ji bo kontrola sînor ya yekalî

Îspanya hişyariyê da Îtalyayê ji bo kontrola sînor ya yekalî

PeyamaKurd – Hukumeta Îspanyayê ragihand ku Îtalya kontrolên ser sînorê Îspanya û Îtalyayê raneke, wê li hemberê Îtalyayê tedbîrên din bistîne. Madrid dibejê ku kiryar yekalîne û rewa nînin û ji bo Îtalya kontrola xwe rake, heya 9ê Tebaxê wext da hukumeta Îtalyayê.

Hukumeta Îspanyayê ragihand ku di werza Havînê de geştiyariya welatiyên Îspanyayê di wexta herî ku zêde de ye û biryar li geştiyariya welatiyên Îspanyayê neheqiye.

Hukumeta Îspanyayê qebûl nake ku biryara Îtalyayê here ser mesela koçberan ya ku ji Fasê derbasî Sebte (Ceuta) bûbûn û bike sedema biryara xwe.

Di daxwuyaniya Îspanya de hat gotin ku Sebte di nav sîstema Schengenê de xwediyê rewşekî taybete û koçber nikarin di nav welatên Ewrûpa de bê pasaport serbest bigerin.