Êrîskarê Solingenê yê 26 salî hate girtin: Ji Sûrî ye

Êrîskarê Solingenê yê 26 salî hate girtin: Ji Sûrî ye

PeyamaKurd – Kesê êrîşkarê Festîvala bajarê Solingen ê Almanyayê ku bi kêran 3 kes kuştibûn hate girtin.

Polîsê Duseldorf a Almanyayê ragihand ku êrîşkarê bûye sedema mirina 3 kesan, ciwanekî 26 salî yê penaberên Sûriyê ye.

Rayedaran ragihandiye, ew kesê xwe radest kiriye berpirsiya bûyerê qebûl kiriye, lê lêkolîna wan berdewam dike, gelo êrîşkar ew bi xwe ye yan a.

Hêjayî gotinê ye, doh êvarê di festîvala pîrozkirina 650emîn salvegera rizgarkirina bajarê Solingenê de, di encama êrîşa bi kêrê de 3 kes hatibûn kuştin û 5 jê bi giranî 8 kes jî birîndar bûbûn.

Berpirsiya wê êrîşê jî rêxistina DAIŞê li xwe girtibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin