PeyamaKurd - Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Frensayê Elî Dolemerî diyar kir ku armanca wan ew e ku sermayedarên Frensî bikêşin Herêma Kurdistanê.
Elî Dolemerî destnîşan kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hatina sermayedarên biyanî gelek hêsankariyan kiriye û di vê çarçoveyê de armanca wan ew e ku sermayedarên Frensî bikêşin Herêma Kurdistanê.
Dolemerî anî ziman ku ew dixwazin têkiliyên navbera Frensa û Herêma Kurdistanê ji asta dostanî û çandî derbazî asta bazirganiyê bikin û got: "Ji bo vê yekê jî em ê di meha Gulana îsal de bi hevkariya hikûmeta Frensayê forumeke aborî li dar bixin."
Şanda ku ji Serokê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Muhammed Şukrî pêk tê, ji bo hin hevdîtinên fermû yên payebilind pêk bînin, çûne paytexta Frensa Parîsê.
Di çarçoveya bernameya şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê de wê sibe li Parlamena Frensayê, bi mebesta Cejna Newrozê merasîmeke taybet bihê lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin