PeyamaKurd – Topxaneya artêşa Iraqê çeperên terorîstên DAIŞê yên li Sûriyê da ber topan.
Çavkaniyeke ji bajarê Enbar ê Iraqê ragihand ku topxaneya Iraqê ya li sînorê Iraq-Sûriyê, terorîstên DAIŞê yên ji ber hewaya nexweş amadekariya êrîşê dikirin topbaran kir.
Herwiha qeymeqamê bajaroka Qaîm a girêdayî Enbarê Ehmed Mehlewî jî doh 17ê Çile ragihandibû ku arteşa Iraqê amadekariya operasyonê li ser mewziyên DAIŞê yên li bajarokên Sûriyê yên; Susê, Hecîn, Aştîa û Bagozê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin