PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokatiya Rêvebirina Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) ve hatin ragihandin, îro danê nîvrojê, li Çewliga bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.
Di agahiyên ku ji aliyê AFADê ve hatin dayîn de hat diyarkirin ku îro saet di 11:29an de li navenda bajêr a Çewligê, bi lerza 4.5an, erdhejek çêbûye.
Hat diyarkirin ku erdhej, di kûrahiya 7 kîlometiran de çêbûye.
Beriya niha di 6ê Sibata 2023yan de erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 li Mereşa bakur çêbûbûn û ev erdhej bûbûn sedema wêraniya bi dehan deveran. Piştî van erdhejên mezin, lerza erdê ranewestiya û li herêma bakur dem bi dem erdhej çêdibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin