Pasdarên Îranê bikaranîna her cûre cîhazên pêwendiyê rawestand

Pasdarên Îranê bikaranîna her cûre cîhazên pêwendiyê rawestand

PeyamaKurd - Piştî teqîndina amûrên Pager ên pêwnediyê yên Hizbullaha Lubnanê ku bi dehan kes hatin kuştin û bi hezaran endamên Hizbullahê jî birîndar bûn, Îranê biryar da hemû endamên Supaya Pasdaran bikaranîna cîhazên pêwendiyê rawestînin.

Li gorî nûçeya Reutersê, berpirsên payebilind ên Îranê gotine ku piştî teqîna amûrên bêsîm û amûrên din ên pêwendiyê yên Hizbullahê, Supaya Pasdaran ji endamên xwe re ragihandiye ku bikaranîna her cure alaveke pêwendîgirtina xwe bisekinînin.

Rayedarên Îranê herwiha gotine ku Supa Pasdaran bi awayekî berfireh lêkolîn û lêgerînê li nav alavên pêwendîgirtinên xwe de dike daku ji ewlehbûna wan piştrast bibe ku ew amûr hemû yên ji Çîn û Rûsyayê hatine hawirdekirin in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin