Di bablîsokên Amerîka de 10 kes mirin

Di bablîsokên Amerîka de 10 kes mirin

PeyamaKurd – Li eyalên Amerîkayê bi sedema çêbûna bablîsokan herî kêm 10 kes mirin. Rêvebiriya Meterolojiyê ya Netewî ya Amerîkayê ragihand ku do li Arkansas, Mississippi, Iowa, Tennessee, Illinois û Wisconsinê an ku di 7 eyaletan de, di sehayekî fireh de, di 24 sietan de 57 bablîsok çêbûne.

Bi sedema bablîsokan li Arkansasê 5 kes, li Indiana 3, li Illinois û Alabamayê li her yekî yek kes bi temamî 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Bi sedema bablîsokan û firtûneyên dijwar, parêzgera Arkansasê Sarah Huckabee Sanders, rewşa lezgîn ragihand.

Li eyaleta Illinoisê bi sedema firtûnê banê salona sporê roxiya û, kesekî mir û bi dehan kes birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin