PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de, 443 kesên din li seranser Herêma Kurdistanê bi vîrusa korona ketine û 22 kesan jî ji wê nexweşiyê can daye.
Li gorî daxuyaniya 19ê Tebaxê ya Wezareta Tenduristiyê, di 24 demjimêrên borî de 443 kes bi vîrusa Koronayê ketine (157 kes li Hewlêrê, 120 kes li Silêmaniyê, 20 li Germiyanê, 136 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne) û 22 kesan jî can dane ku 14 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperîn û 2 kes jî li Helebce ne.
Tevî van amaran heta niha li Herêma Kurdistanê 22 hezar û 721 kes bi koronayê ketine. (Hewlêr: 9328, Silêmanî: 10448, Duhok: 2225, Helebce: 720)
Herwiha 825 kesan jî can daye ku li Hewlêr 279, li Silêmanî 514, li Duhok 18 û li Helebce jî 14 kes in.
Heta niha li seranser Herêma Kurdistanê 12 hezar û 999 kes ji wê nexweşiyê rizgar bûne ku li Hewlêr 4692, li Silêmanî 6845, li Duhokê 861 û li Helebce jî 601 kes baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin