PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 24 kesan ji ber nexweşiya koronayê can daye û 788 kesên din jî pê ketine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 7ê Îlonê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 788 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 281 kes li Hewlêrê, 104 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Germiyanê, 349 kes li Duhokê û 30 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 24 kesan ji ber vîrûsa koronayê can daye ku 7 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, kesek li Raperînê, 3 kes li Duhokê û kesek jî li Helebceyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin