PeyamaKurd – Asayişa Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê aktîvîsteke Kurd girt û ew ber bi cihekî ne diyar ve bir.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do hêzên asayişa Îranê, li bajarê Sine ketin mala aktîvîsta Kurd Roya Celalî û ew girtin û heta niha nayê zanîn Roya Celalî birine ku. Malbata wê jî gelekî nîgeran bûye ji ber ku Roya Celalî diya du zarokan e û nexweşiya wê ya MS heye.
Aktîvîsta Kurd Roya Celalî, di warê mafên jinan de kar dike. Sala borî meha Çile jî hevjînê wê yê jîngehparêz Xebat Mefaxirî hatibû girtin, lê piştî 4 mehan bi şert hatibû berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin