1666 kes mirin, rewsa 11 hezar kesan giran e

1666 kes mirin, rewsa 11 hezar kesan giran e

PeyamaKurd – Hejmara miriyên korona vîrusa nû Covid-19 ku li welatê Çînê belav bûye, her diçe zêdetir dibe û li gorî amarên dawî yên Komîsyona Tenduristiyê ya Çînê hezar û 666 heta niha ji ber vîrusa koronayê mirine û vîrûs li 68 hezar û 500 kesan jî belav bûye.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Komisyona Tenduristiyê ya Çînê hejmara kesên gumana hebûna vîrusa korona ji wan tê kirin 158 hezar û 764 kes in ku di bin muşahedeya tenduristiyê de ne.

Di nav 24 saetên dawî de 142an can daye û 2 hezar û 9 kesên din ên nexweş hatine tesbîtkirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku rewşa 11 hezar û 272 kesên vîrus li wan peyde bûye giran e û heta niha 9 hezar û 419 kes jî baş bûne û ji nexweşxaneyan çûna malên xwe.

Li derveyî Çînê li Hong Kongê hejmara kesên vîrusa korona li wan peyde bûye gihîştiye 84 kesan ku tê ragihandin, heta niha li bêhtirî 24 welatên cîhanê ew vîrus belav bûye û metirsî heye hejmar zêdetir bibe.

Vîrûsa nû ya koronayê 12ê Kanûna 2019an li bajarê Vuhan ê eyaleta Hubeî ya Çînê derketibû holê û piştî belavbûna wê vîrûsê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rewşa lezgîn ragihandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin