PeyamaKurd – Berdevkê wezreta derve ya Îranê, Nasir Kenanî ragihand ku Îran dê li hemberî wan tehdîtên li dijî ewlekariya xwe ya neteweyî bêdeng nemîne û got, “Em ji şer natirsin, lê em li şer jî nagerin!”
Berdevkê wezareta derve ya Îranê di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng dan. Di wê civînê de anî ziman ku êrişên Îsraîlê yên bi ser Lubnanê ve dê tansiyonê herêmê bilindrtir bike û got: “Dê bêbersiv neminin êrişên rejîma siyonîst a Îsraîlê ku armanca wan ew hedefên ku alîgirên Îranê ne. Her weha êrişên Îsraîlê yên li hemberî gel û leşkerên Îranê, bereya berxwedanê jî dê bêbersiv nemînin. Em ê bersiva hewce bidin.”
“Em ji şer natirsin!”
Her weha ragihand ku Îran dê bersiva hewce bide wan tehdîdên li hemberî ewlehiya xwe neteweyî û got: “Em ji şer natirsin, lê em li şer jî nagerin. Me li hemberî tu êrîşan destên xwe nedan ser hev û em bêdeng neman û em ê nemînin jî. Heger kî ewlehiya me ya neteweyî tehdit bike, ew ê bersiva xwe tekez wergire. Em sozên bi derewan nadin. Me carên berê jî nîşanî dagîrkerên maceraperest da bê em çawa dikarin wan poşman bikin. Dema ku biqewime bila kes gumanê neke ku em ê wan gavên hewce biavêjin ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî û ji bo parastina hevalbendên xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin