PDK: Bi hesabên sîyasî li Kerkûkê rayên me kêm kirin

PDK: Bi hesabên sîyasî li Kerkûkê rayên me kêm kirin

Peyama Kurd - Berdevkê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed da zanîn ku ew di pêvajoya hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan de rastî gellek astengiyan hatine.

Mehmûd Mihemed, di derbarê encamên fermî yên hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ku îro wek fermî hatibûn ragihandin daxuyanî da.

Mehmûd Mihemed di derbarê van encamên ku hatin ragihandin de teqez kir ku ew piştrast in ku rayên wan, ji yên hatine ragihandin zêdetir in û got: "Pêwendiya vê kêmkirin û zêdekirina rayan bi hesabên siyasî re heye.”

“Hevalên me bi serbilindî beşdarî hilbijartinan bûn”

Mehmûd Mihemed li ser van astengiyan got ku ji zextên siyasî û ewlehiyê bigire heta bi kirîna rayan ew rûbirûyî gelek pirsgirêkan bûne, lê heval û alîgirên wan bi serbilindî beşdarî hilbijartinan bûne û wan astengî li pey xwe hiştine. Berdevkê PDKê axaftina xwe wiha domand:

“Ji bo rêveberiya Encûmenên Parêzgehan li ser hîmê hevparîyê ava bibe û ji xelkê me re xizmet were kirin û peymanên siyasî werin bicihkirin em amade ne ku diyalogê daynin.”

Li Iraqê piştî sala 2013an û li Kerkûkê jî piştî sala 2005an, di 18ê Kanûnê de hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan pêk hatin.

Encûmena Parêzgariya Kerkûkê bi tevahî ji 16 kursiyan pêk tê û partiya ku bigihe 9 kursiyan dikare ji bo parêzgariyê berbijêrekî destnîşan bike.

Heke partiyên Kurd bi hinek partiyên din re li hev bikin û bigihin 9 kursiyan dikarin ji bo parêzgariyê namzedekî diyar bikin, lê vê carê jî divê partiyên mayî jî vî namzedî bipejirînin.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 5 û PDKê 2 kursî standin.

Niha ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîst e ev partiyên Kurd bigihin hev û bi hinek aliyên din re jî hevepeymanîyê bikin da ku karibin parêzgariya Kerkûkê bistînin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKê de bû lê piştî referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê, bi komên milîşeyên Şîa yên girêdayî rejîma Îranê re Kerkûkê dagîr kirin û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan standin.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin