Qeys Seîd, Serokwezîra Tunisê ji erkê girt

Qeys Seîd, Serokwezîra Tunisê ji erkê girt

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Tunisê hatin ragihandin, Serokê Tunisê Qeys Seîd, Serokwezîr Necla Buden Ramazan ji erkê girt.

Di agahiyên destpêkê de hat ragihandin ku Serokê Tunisê Qeys Seîd, Serokwezîra Tunisê ji erkê girt û di cihê wê de Ehmed El Haşanî tayîn kir.

Li ser mijarê, ji aliyê Serokatiya Tunisê ve daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku Serokomar Qeys Seîd, Necla Buden Ramazan ji wezîfeyê girt û Ehmed El Haşanî weke Serokwezîr destnîşan kir. "

Li gorî vîdyoya ku di derbarê vê erkê de hatiye belavkirin, Haşanî bi amadebûna Seîd di merasîmeke ku li Qesra Kartacayê hat lidarxistin de sond xwar û Seîd di peywira wî ya nû de ji El Haşanî re serkeftin xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin