PeyamaKurd- Îro serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîfedarê îdarî yê balyozxaneya Qatarê Huseyn El-Fezale û heyeta pêre li Hewlêrê qebûl kir. Di hevdîtinê de Barzanî got ku herêma Kurdistanê dixwaze bi Qatarê re têkiliyên baş deyne.
Di hevdîtine de peşdeçûnên li herêma Kurdistanê, halê herêmê û avakirina hukumeta Kurdistanê ji hinek mijaran bûn. Barzanî pêngavên baş yên ku bi Bexdayê re avêtine bo heyetê re ragihand. El Fezale jî silavên Emîrê Qatarê yên Şêx Temîm bîn Hamed El-Sanî gihande serokwezîr Nêçîrvan Barzanî.
Mijara koçberan, rola Kurda di têkoşîna li dijî terorê û mjara karsazên Qatarê yên ku dixwazin bi Kurdistanê re xebata bazirganî û hilberînî bikin, mijarên navbera her dû aliyan yên din bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin