Hukûmeta Iraqê Helbebçe wekî bajar qebûl kir!

Hukûmeta Iraqê Helbebçe wekî bajar qebûl kir!

PeyamaKurd- Hukûmeta Iraqê Statuya bajarê Helebçê jî wekî wan bajarên dî yên Iraq û Kurdistanê qebûl kir.

Sekreterê Encûmena Wezîrên Kurdistanê Armanc Rehîm Zengene li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand ku Helebçe ji aliyê Bexdayê ve wekî bajarê 19emîn yê Iraqê û 4emîn yê Kurdistanê qebûl kir.

Zengene wiha dewam kir: “Gelê Helebçê ji 9ê Tebaxa 2018an pêde dikare di nasname, qerta netewî, pasaport û plaqeyên trempêlan de navê Helebçê bi kar bîne.

Heta niha Helebçe di fermiyetê de girêdayî bajarê Silêmaniyê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin