Yekîtiya Erebî jî li dijî Îranê ye

Yekîtiya Erebî jî li dijî Îranê ye

PeyamaKurd - Berdevkê Yekîtiya Ereban Mehmûd Efîfî ragihand: " Mexrîbê ji ber mudaxeleyên bi talûke û nayên qebûlkirin ên Îranê yên li ser kar û barên wê yên navxweyî birêva dibir biryar da ku hemû têkiliyên xwe yên dîplamatîk ên pê ra qut bike.”

Berdevkê Yekîtiya Ereban Mehmûd Efîfî daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Mexrîbê ji ber mudaxeleyên bi talûke û nayên qebûlkirin ên Îranê yên li ser kar û barên wê yên navxweyî birêva dibir biryar da ku hemû têkiliyên xwe yên dîplamatîk ên pê ra qut bike û Yekîtiya Ereban jî di vê biryarê da piştgiriya Mexrîbê dike."

- "Ereban di vê mijarê da aliyê xwe kifş kir"

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di lûtkeya Yekîtiya Ereban a li Erebistana Siûdiyê hat lidarxistin da Ereban di mijara biryara ji ber mudaxaleyên Îranê hat dayîn da aliyê xwe kifş kirin û wiha hat gotin: "Ev rûdana ku pêk hat nîşan dide ku welatên Ereban divê li hemberî hedefa Îranê ya dixwaze alozî û bêîstiqrariyê zêde bike, bê deng nemînin."

Wezareta Karên Derva ya Mexrîbê pêr ragihandibû ku wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê ra ji ber "Têkiliya di navbera rêxistina Hizbullahê û Eniya Polîsarîoyê ya ji bo îstiqrar û ewlehiya welêt tehdîd e" birîne.

Wezîrê Karên Derva yê Mexrîbê Nasir Bûrîta jî der barê mijarê da daxuyanî dabû û gotibû ku Mexrîb ji ber têkiliyên di navbera rêxistina Hizbullahê ya navenda wê Libnan e û Eniya Polîsarîoyê da pêk hatin biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Tehrana paytextê Îranê bigire û xwest ku bila Balyozê Rabatê yê Îranê jî welêt terk bike.

- Pirsgirêka Sehraya Rojava

Mexrîbê di sala 1975an da Sehraya Rojavaya ku mêtîngeha Spanyayê bû tevlî erdê xwe kir û ji wê rojê vir va jî rageşiya di navbera Fas û Eniya Polîsarîoya alîgirê serxwebûnê ye û Cezayîr piştgiriyê didê, dewam dike.

Mexrîb dixwaze ku ew erd bila di bin kontrola wê da be û Eniya Polîsarîoyê jî dibêje ku Sehraya Rojava dewleteke serbixwe ye.

Eniya Polîsarîoyê heta sala 1991ê ya ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) agirbest pêk hat, li hemberî hêzên ewlehiyê yên Mexrîbê şerê çekdarî dikir. Ji destpêka agirbestê heta niha jî ji bo statuya Sehraya Rojava hevdîtin tên kirin û heta niha tu encam jî derneket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin