PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bi boneya Rojava Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Nefretê peyamek belav kir.
Guterres, di peyama xwe de got, “Bi ti awayê gotina nefretê nayê qebûlkirin, pêwîste em hemû hewl bidin gotina nefretê bi temamî ji holê rakin.”
Guterres diyar kir ku gotina nefretê nîşaneya her cûre cudaxwazî, nijadperestî, îstismar, tundî û tawanên dijî mirovahiyê ye û bal kişand ser ku ew yek li Almanya Nazîyan, Ruanda, Bosna û hin deverên din jî hatiye ezmûnkirin.
Herwiha Guterres anî ziman, di demên dawî de, tê dîtin ku gotina nefretê ji aliyê hin lîderan ve jî li ser medya civakî bi awayekî eşkere li hemberî Cihû û Misilmanan zêde tê bikaranîn û hişyarî da ku dawî lê bê anîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin