Cenazê leystikavanê sînama Tirkiyê Kartal Tibet sipartin axê

Cenazê leystikavanê sînama Tirkiyê Kartal Tibet sipartin axê

PeyamaKurd – Leystikvanê sinema Tirkiyê Kartal Tibet koça dawî kir û îro li goristana Zincirlikuyu ya Îstenbolê hat definkirin. Gelek hunermendên hevalên wî yên weka Orhan Gencebay û Hülya Koçyiğit tevlî merasima cenazê wî bûn. Wezîrê rewşwenbiriyê yê Tirkiyê, parêzgerê Îstenbolê Ali Yerlikaya û malbata Kartal Tibet tevlî merasima cenaze bûn.

Di van demên dawiyê de gelek nexweşînên Kartal Tibet peyda bûbûn û roja pênşema borî li Îstenbolê wefat kiribû. Lê cenazê wî îro sipartin axê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin