PeyamaKurd – Ajansa Reutersê diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden û hemtayê wî yê Çînê Xi Jinping, di hefteya pêş de bi awayekî onlayn dicivin.
Rayedarên Qesra Spî û berpirsên Balyozxaneya Çînê ya li Washingtonê piştrastkirina civînê red kirin.
Rêvebiriya Biden di serî de bi Çînê re pêwendiyeke bi girjî çêkiribû û vê yekê hêrsa hevalbendan bilind kiribû.
Li gor zanyariyan, ew rêvebirî niha hewil dide bi Xi Jinping re danûstandineke rastexwe çêke û rê li ber gurbûna girjîya di navbera Amerîka û Çînê de bigire.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan û dîplomatê payabilind yê Çînê Yang Jiechi, meha borî li Zurîhê civîyabûn û wan li hev kiribûn ku civîna Biden û Xi Jinping berî dawiya salê li dar bixin.
Herwiha Reutersê da zanîn, Washingtonê ji bo sînordarkirinên ji ber pandemiyê yên li Çînê, xwestiye ku Biden û Xi Jinping bi rêka vîdeokonferansê bicivin.
Qesra Spî roja Duşemê dîyar kiribû ku Biden û Xi Jinping wê berî dawiya salê bicivin.
Pispor dibêjin ku her du alî dikarin sînordakirinên bo vîzeyên rojnamevanan sist bikin û dibêjin ku lihevkirina bo vekirina balyozxaneyên li Chengdu û Houstan dikare rewşê rindtir bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin