Zaharova: Vekisîna hêzên Kurd temam bûye

Zaharova: Vekisîna hêzên Kurd temam bûye

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku di çarçoveya rêkeftina Soçî ya navbera Rûsya-Tirkiyê de, erka vekişîna hêzên Kurd ji sînorên Tirkiyê temam bûye.

Zaharovayê di civîna heftane ya rojnamevanî de, got ku ew bi rêveberiya Enqerê re li ser bicihanîna rêkeftina 22yê Cotmehê bo Rojhilatê Firatê berdewam in û xebatên ji bo başkirina rewşa însanî û ji nû ve destpêkirina çalakiyên leşkerî didomînin.

Zaharovayê herwiha da xuyakirin ku hêzên Kurd ji sînor hatine derxistin û bi awayekî rêkûpêkî dewriyeyên hevbeş dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin