Krîza sîxuran di navbera Rûsya û Awrûpa de her diçe mezin dibe. Yekîtiya Awrûpayê li ser kuştina sîxurê kevin yê Rûsya yê dualî Skripal û keça wî Yulia ku li Brîtanya bi xaza asabiyetê hatibûn kuştin, bo şêwrê bangî balyozê xwe kirin da bi paşde were.
Brîtanya dibêje ku ajan Skripal û keça wî ji aliyê Rûsan de hatiye kuştin û li ser bûyerê Yekîtiya Awrûpayê balyozê xwe yê li Moskovayê Markus Ederer bo îstîşareyan bangî wî kirine.
Serokê Fransayê Macron, serokwezîra Brîtanya May û serokwezîra Almanya Merkel di zîrwe ya Yekîtiya Awrûpayê de hatin cem hev û biryara banga balyozê YA dan.
Rûsya jî dibêje ku ti têkiliya wan bi kuştina bav û keça wî tine ye û bê ku delîleka wan hebe, Rûsyayê sûcdar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin