Li Kerkûkê wê balafirgehka navdewletî bê avakirin lê piştî ku îzna hukumetê temam bibe, wê şîrketên biyanî û Iraqê karibin bikevin îhalê.
Ragihandin ji aliyê parêzgerê Kerkûkê Rakan Seîd ve di civîna çapemeniyê de hat kirin. Ragihandin weha ye: “Ew şîrketên ku dixwazin karê balafirgehê bistînin ser xwe, divê di nava mehekê de hemû ewraqên xwe teslîm bikin.”
Destpêka seredanê ji 25 ê adarê de ye û heya 25 ê nîsanê dewam dike. Di 18 ê nîsanê de wê konferansek di derbarê îhalê de, li balafirgeha Bexdayê bêkirin û hemû şîrket wê karibin tevli konferansê bibin. Di konferansê de wê hûrahiya projeyê bê gotin.
Her fîrma dikare bi serê xwe bikeve îhalê. Eger bixwazin dikarin weka konsorsuyom jî çend şîrket bi yek navî bikevin îhalê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin