NY du civînên awarte li dar dixe: ‘Wê Rûsya hesab bide’

NY du civînên awarte li dar dixe: ‘Wê Rûsya hesab bide’

PeyamaKurd – Her du sazîyên sereke yên Neteweyên Yekbûyî (NY) - Civata Giştî ya 193 endamên wê hene û Konseya Ewlekariyê li êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê du civînên cuda li dar dixin.

Hêjayî gotinê ye, doh Yekşemê piştî deh salan cara yekem Konseya Ewlekarîyê biryara ji bo civîna awarte ya Civata Giştî di dengdanê de pesend kir.

Hat zanîn ku wê di civîna îro de tevahîya endamên NY li ser êrîşa dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsya ve nîqaşan bikin.

Dawiya hefteyê jî wê endamên NY li ser biryarnameyeke derbarê krîz û şerê Ûkrayna-Rûsyayê de deng bidin.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield ji bo vê biryarê got: "Rûsya ji ber kiryarên xwe yên nayê qebûl kirin û ji bo binpêkirinên wê yên peymana NY, hesab bide."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin