PeyamaKurd – Encumena Parêzgeha Hewlêrê, îro bi serokatiya Serokê Encumenê Elî Reşîd civiya û di encama civînê de, Berpirsê Belavkirina Elektirîka Parêzgeha Hewlêrê hat guhertin.
Di civînê de endazyar Bextiyar Qasim bi dengê 21 endamên encumenê, bû berpirsê nû yê belavkirina elektirîka Hewlêrê.
Herwiha li gorî zanyariyan, berpirsê niha yê belavkirina elektirîka Hewlêrê Husên Hemed jî wê bibe Şêwirmendê Wezareta Elektirîka Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin