PeyamaKurd – Berpirsê ragihandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Parlamentoya Kurdistanê hefteya pêşiya me ango 16ê Adarê roja salvegera kîmyabarana Helebceyê de, bi mijara çareserkirina pirsgirêkên parêzgeha Helebceyê dicive.
Berpirsê ragihandin Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed Bekir da xuyakirin, Seroka Parlamentoyê hemû endamên parlamentoyê ji roja 16.03.2021ê demjimêr 11:00ê vexwendiye ku di rûniştina parlamentoyê de amade bin.
Li gorî daxuyaniyê, Desteya Serokatiya Parlamentoyê biryar daye di bernameya kar a rûniştina hejmara 4 de, bi amadebûna aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Kurdistanê pirsgirêkên parêzgeha Helebcê bên eşkere kirin daku werin çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin