Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê li Gazzeyê: Piraniya alîkariyan av û kefen in

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê li Gazzeyê: Piraniya alîkariyan av û kefen in

PeyamaKurd – Seroka Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya Gazzeyê Selame Maruf ragihand ku alîkariyên ku ji Gazzeyê re hatine şandin têra tiştekî nakin, piraniya wan kefen û av in.

Maruf amaje bi wê yekê jî kir, rêjeya ava ku hatiye şandin gelekî kêm e û wiha got: “Piraniya alîkariyan bi kamyonan hatin, bi awayê av û kefenan. "Dema ku me miqdar pîva, me dît ku eger hemû ava tê Şerîda Gazzeyê li ser 1,5 milyon penaberan were dabeşkirin, her yek ji wan wê 50 milîlîtir qurt av werbigire."

Marûf eşkere kir, hejmara kefenên ku hatine şandin kêm in û got, "Kefên ku ji ber komkujiyên Îsraîl ên ji ber zêdebûna şehîdan tên şandin têrê nake."

Selame Maruf di civîna çapemeniyê ya do de ku li dar xistibû, derbarê wêraniya êrîşên Îsraîlê de agahî da û got, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê de 52 mizgeft bi temamî wêran bûne û 110 mizgeft jî bi awayên curbecur zirar dîtine.

Maruf diyar kir, Îsraîlê li Gazzeyê 82 navendên hikûmetê, bi dehan saziyên xizmetê û tesîsên giştî îmha kirin.

Marûf bal kişand ser wê yekê ku ji ber êrîşên Îsraîlê 212 dibistan rastî zerarên curbecur hatine û 45 dibistan jî ji xizmetê derketine, Maruf got, di êrîşên Îsraîlê de 2 hezar û 510 xwendekar di astên cuda yên perwerdeyê de hatine kuştin.

- Rewşa dawî ya herêmê

Di dema ku baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê êrîşek berfireh li ser Îsraîlê pêk anîbû, artêşa Îsraîlê bi tundî ji esmanî li ser Şerîda Gazzeyê bombebaran kir.

Rayedarên Îsraîlî ragihandin, di êrîşên ku ji Gazzeyê hatin kirin de, 315 leşker jî di nav de hezar û 400 Îsraîlî mirin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî diyar kir, li Gazzeyê di destê Tugayên Qassam de 240 girtiyên Îsraîlî hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Gazzeyê ragihand, di êrîşên Îsraîlê da 8 hezar û 796 Filistînî ku 3 hezar û 648 jê zarok û 2 hezar û 290 jin in hatin kuştin û 22 hezar û 219 kes jî birîndar bûn.

Arteşa İsraile di 26e Cotmehe da dest bi berfirekirina operasyonên bejayî yên bi sînor yên li Gazzeyê kiribû û êrîşên esmanê zêde kirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin