PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert re civiya û got, Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyeke bi mebesta vegerandina aramiya Iraqê amade ye û bal kişand ser ku pêwîste daxwazên rewa yên xwepêşanderan li ber çavan bên girtin.
Di hevdîtina ku îro li Hewlêrê birêve çû de, her du aliyan pêşhat û aloziyên dawî yên Iraq û navçeyê, xwepêşandanên Bexda û parêzgehên din ên Iraqê û daxwaziyên wan, metirsiya serhildana terorê û gefên wan û helwesta Herêma Kurdistanê ya di vê derbarê de guftûgo kirin.
Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê, nirxandina rewşa niha ya navçeyê bi giştî û plana Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ya ji bo hevkarîkirina Iraqê ya di vê qonaxê de, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan bi rêya guftûgo û diyalogê û çend pirsên din ên di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin