Serokê Komîsyona Karên Derve yê Meclîsa Mezin a Tirkiyê Volkan Bozkır got ku Heke Amerîka moşekên Patriotan bide me, em dikarin dev ji S-400an berdin.
Di bin serokatiya Volkan Bozkır de şandeyeke Tirkiyê çûbû Amerîkayê û li wê derê hinek têkilî danîbûn. Bozkır wiha got: Amerîkayê got ku heke hûn S-400an bikirin, em jî f-35an nadine we. Belê em tehdît nekirin lê wekî hişyariyekê ev gotin.
Bozkır wiha berdewam kir: Belê me bi Rûsyayê re li ser S-400an peymanek çêkiriye; lêbelê şandeyeke Amerîkayê tê Tirkiyê. Heke ji bo Patriotan teklîfeke spehî li me bikin, em dikarin S-400an nestînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin