PeyamaKurd – Endamekî Encumena Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bersiva nûçeya rojnameyeke fermî ya Iraqê da û got, dibe ku rojekê Iraq hilweşe, lê Herêma Kurdistanê tu carî hilnaweşe.
Rojnameya El-Sabah a ser bi hikûmeta Iraqê ku demeke dirêj e bi zihniyeteke şovenîst li dijî Herêma Kurdistanê rêve dibe, di raporta xwe ya dawî de îdia kir ku daxwaza hilweşandina Herêma Kurdistanê û vegerandina desthilata federal a Hikûmeta Federal a Iraqê heye ji bo Herêma Kurdistanê.
Li hember vê yekê, endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arî Nanakalî ji BasNewsê re eşkere kir, ev raport îspata wê yekê ye ku heta niha li Bexdayê zîhniyeteke ku baweriya wê bi federaliyê nîne, heye. “Ger dewlet ji başûr heta bakur tenê xwedî hêzek be û herêm tune be, federalî tê çi wateyê? Xelkê Iraqê çaverê dikir ku dewlet di çarçoveyeke federal de bibe çend herêm ku hemû bi hev re dewleteke federal ava bikin ku tê de maf û jiyana hemû xelkê parastî be, lê tenê xewna hilweşandina Herêma Kurdistanê dibînin.”
Herwiha Arî Nanakalî destnîşan kir, ew raporta ku di rojnamê de hatiye weşandin şaş e û tu kes li Kurdistanê naxwaze herêm were hilweşandin, eger nebe ew dizanin ku gelê Kurd li gel herêma xwe ne."
Arî Nanakalî di hevpeyvîna xwe de tekez kir: “Iraq dewleteke gendelî û tijî pirsgirêk e, civaka sunne li welat bi temamî hatiye wêrankirin û tu xizmetguzarî nayê kirin, civaka Şîe bûye du alî. Di lêkolîna rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de, wê bibîne ku rojekê Iraq perçe bibe, lê Herêma Kurdistanê qet narûxe, ji bilî wê rojê, dema ku statuya xwe ji herêmekê biguhere û bibe dewleteke serbixwe, navê wê hilweşandinê nayê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin