Di teqînekê de li Amedê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn

Di teqînekê de li Amedê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd -  Li Ameda bakurê Kurdistanê di encama teqînekê de kesek mir, 2 kes birîndar bûn.

Bûyer li bazara fêkî û sebze ya li taxa Bagcilar a ser bi navçeya Rezan a Amedê ve rû da û li gor zanyariyan li kargeheke wê bazarê teqîneke dijwarçêbûye.

Ew teqînê li nav xelkê wê navçeyê bû cihê metirsiyê û hejmareke zêde ambulans û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Di encama lêgerîn û lêkolînên li cihê bûyerê, termê hemwelatiyê bi navê Hacî Abdullah Onder ê 50 salî ji bin avahiyê rûxiyayî hat derxistin û herwiha 2 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin